Hewramî amadene bi her awayî piştgiriyê bidin Efrînê

53

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Berxwedana Efrîn ya li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya ji 20’ê Çileyê ve destpê kiriye piştgiriya hemû gelê Kurd û pêkhateyên li Kurdistanê û giştî azadîxwazên cîhanê digire. Piştgiriyek watedar jî ji welatiyên pêkhateya Hewramiyên Helebceya Başûrê Kurdistanê ji bo Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê û şervanên YPG-YPJ hat û gotin: “Efrîn parastina tevahî xaka Kurdistanê dike û heya niha ne hiştine bostek xaka Kurdistanê bê dagirkirin. Ji lewma piştgirî dayîna Efrîn erka her ferdeke Kurd û Hewramiyane jî.”

 

Hawser Elî: Ez piştgiriyê didim berxwedana gelê Efrîn, şervanên YPG-YPJ’ê ku ev zêdeyî du hefteye berxwedaneke mezin li dijî artêşa dagirker ya Tirk didin û ne hiştine bostek xaka Kurdistanê dagir bikin. Her ji berê ve jî çawa Hewramî piştgiriya hemû şoreşên gelê me kirine niha jî bi heman awayî piştgiriya gelê Efrîn dikin.

 

 

‘Efrîn xaka Kurdistanê diparêzin’

 

Gelê Efrîn niha parastina xaka Kurdistanê dike û erkê hemû pêkhateyên ciyewaz yên Kurdistanê ye ku bi her awayek piştgiriya Efrîn bikin. Em Hewramî jî amade bi her rêyekî piştgirî bidin. Ev çi li qadan bilind kirina dengê azad be, çi jî di warê maddî de û şandina hêza medenî de dibe, emê piştgiriyê bikin.

 

Hewraman Secadî: Ez her cûre operasyon û dagirkeriyeke dewleta Tirk a li ser herêmeke Kurdistanê be şermezar dikin û bi taybet jî êrîşên li ser Efrîn şermezar dikim ku niha xwerêveberiyeke wan çêbûye. Dewleta Tirk jî ev serkeftinên gelê Rojava û Efrînê tehemûl nake û dixwaze têk bibe.

 

 

‘Em tenê dikarin bi yekîtiyê van êrîşan pûç bikin’

 

Em tenê dikarin bi hevgirtin û yekîtiyê parastina xwe û netewa xwe û Efrîn jı bikin. Efrîn jî beşeke Hewramane û her dû jî nirxên Kurdistanê ne. Ji lewma em parsatina Efrîn weke erkekî netewî ya hemû ferdekî Kurd û Hewramiyan dibînin, piştgiriyê didin berxwedana rewa ya şervanên YPG-YPJ  dikin. Hêviya me serkeftina wan li dijî artêşa Tirk e.