Hêzên Iraqê ji çend gundên Zinane vekişiyan

33

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN

 

Bi armanca êrîşkirina ser hêzên nenas ên binavê ‘hêzên alaspasî’ ku 4’ê Sibatê hêzek zêde ya Heşdî Şebî û artêşa Iraqê çûne sînorê bajarokê zinane yê girêdayî herêma Germiyan, duh operasyonek pêk anîn.

 

Der barê mijarê de fermandarê tûgaya 134 ê hêzên pêşmerge li Zinane Cemal Waranî ku ji ajansa me re axivî, got; “Tevahî ew hêzên ku hatibûn nav 7 gundên zinane  vekişan cihê pêştir lê bûn. Belê li gundên Xere, Pelkaneya Gewre û Biçûk operasyona dijî wan hêzan nenas didome.”

 

Cemal Waranî diyar kir ku piştî ev hêzên Iraqê vekişiyan, hêzên pêşmerge li gundên Qela, Qum, Belk, Duracî, Belewî Jor û Xarê li nêzî hêzên nenas hatine bicihkirin û got; “Çav li rê ye ku Wezareta Pêşmergeyan li gel hikûmeta Navendî lihev bikin û bi hev re gundên Şûra, Xere û Pelkane biparêzin.”

 

 

Cemal Waranî wiha jî got; “Operasyona tinekirina ‘hêzên Asaspî’ li sînorê me weke Herêma Kurdistanê bidawî bû. Belê piştî Xurmatû hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê operasyona xwe dewam dikin.”

 

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê komek çekdarên nenas li sînorê gundên girêdayî bajarokê Zinane bicih bûn. Ji wan re ‘hêzên Alaspî’ tê gotin û li gor gotinên beşek ji berpirsên ewlehiyê li herêmê ev kome paşmayên çeteyên DAIŞ’ê ne.

 

(sk)