ROZA  MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Rêxistina jiyana bi hev re ku nûnerên heşt olan digire nava xwe, îro li ber avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê silêmanî daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwaznameyek pêşkêşê NY kirin.

 

Çalakvanê Rojava li bajarê Silêmanî Hozan Efrînî naveroka daxwasnameyê di daxuyaniya çapemeniyê de xwend û wiha hate gotin; “Ev nêzikatiyên wiha nikarin bên qebûlkirin. Ev binpêkirina pîvanên mafê mirov ên Neteweyên Yekbûyî ye. Ev heman karê grubên terorîstî yên El Qaîde û DAIŞ’ê ye.

 

 

Em daxwaz dikin ku rêxistinên navnetewî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û welatên mezin zextê li rejîma Tirk bikin ku topbaran û bombebarana xwe ya li ser cihên dîrokî rawestîne. Leşkerkêşiya xwe rawestîne. Tirkiye ji bo nasandina serweriya mafê mirov bê dayîna dadgeha navnetewî.”

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here