NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şervanên QSD’ê û bijîşkên wê ku bi riheke seferberiyê dixebitin û têdikoşin, di mijara mirovahiyê de jî dersên girîng didin. Çeteyekî Erdogan ku di şerê Efrînê de birîndar bû û kete destê şervanan niha li nexweşxaneyeke Efrîn tê derman kirin.

 

Li Bilbile ya Efrînê, li gundê Şêxorzê di şerê navbera Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hêzên QSD’ê de çeteyekî bi navê Ebdulqadir Simaîl (19) ê  ji hêla hêzên YPG-YPJ’ê ve hate girtin.

 

Çeteyê ku bi birîndarî hatî girtin, Hêzên QSD’ê wî rakirin nexweşxaneyê, hate amaliyatkirin. Çete beriya bi salekê tevlî Dirî El Firat bûye, ku ev rêxistin ji hêla DAÎŞ’ê ve beriya ku Cerablûs radestî dewleta Tirk were kirin, ji bermahiya çeteyên DAIŞ’ê û El Nûsra ve hatiye çêkirin. Çeteyê ketiye dest bang li çeteyên din jî dike ku li pey Erdogan neçin.

 

‘Çete bi hewara wî ve neçûn’

 

Çeteyê birîndar ji kamerayên anha re axivî û got ku beriya niha salekî beşdarî rêxsitineke çeteyan bûye. Çeteyê Erdogan di berdewama axaftina xwede wiha dibêje; “‘Ez di şerê li dijî QSD’ê de birîndar bûm. Piştî ku birîndar bûm min bang li hevalên xwe kir ku alîkariyê bidin, min lê alîkarî nedan min. Ez li cihê ku birîndar bûbûm hiştim.

 

 

‘Me êşkence li cenazeyên wan dikir’

 

Piştre şervanên Kurd ez girtim. Li wir ez birim nexweşxaneyê. Doktoran tedawiya min kir. Ez li beramber vê nêzîkatiya wan şaş mam. Ji ber ku min û hevalên xwe me îşkence li cenazeyên wan dikir. Ez li vir bang li endamen rêxistin  dikim ku li pey siyaseta Erdogan neçin û li dijî Kurdan şer nekin.’’

 

Bijîşkê emeliyat kir jî got, ew ji ber berpirsyariya însanî wî emeliyat kiriye.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here