Koalîsyon di roja yekê de derizî

37

 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

 

Duh li bajarê Hewlêrê beşek mezin a partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo li herêmên nakokî li ser hene (Parêzgeha Nînowa, Diyala û Kerkûk, Tûxurmatû) bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên parlementoyê yê Iraqê bibin daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wan lîsteyeke hevpar ava kirine. Dibin daxuyaniyê de jî di serî de navê YNK, PDK, Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû, Sosyalîst, Zehmetkêşan, Şûî hebû.

 

Her wiha di daxuyaniyê de ji bo îro gotibûn ku wê civîna yekemîn ya koalîsyona hevpar ya beşek partiyên Başûr çêbibe û berfirehî û hurdekariyên xebatên hilbijartinê werin dest girtin. Ancax kaolîsyon di civîna yekemîn de derizî û pêk ne hat.

 

Diviyabû civîn di saet 11:00’ê nîvro de çêbûba YNK tevlî civînê nebû, paşê koalîsyona ji Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymana ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê jî xwe ji civînê kişandin. Partiyên ku ji bo civînê kom bûbun jî ji ber vê sedemê di saet 11:30’an de belav bûn.

 

Pêş destpêkirina civînê berpirsê dezgeha hilbijartinê yê PDK’ê Xesrew Goran ji çapemeniyê re axivî û got; “Berê niha me biryar dabû ku li Kerkûk’ê hilbijartinên Iraqê boykot dikin. Niha ku biryara yek lîsteyê hatiye dayîn û ger hemû alî tevlî lîsteyê bibin, PDK jî wê weke herêmên din li Kerkûkê tevlî hilbijartinê bibe.”

 

 

Piştre Berpirsê Odeya Peywendiyên siyasî yê Tevgera Goran Hîmdad Heme Elî jî duh piştî ragihandina koalîsyonê ku navê partiya wan jî di navê de hebû înkar kir ku ew biryar dane tevlî koalîsyoneke li gel PDK û YNK’ê bibin û wiha gotibû: “Me ti biryarek nedaye ji bo tevlî lîsta hevbeş a li gel YNK û PDK’ê bibin. Ji bo proseyek wiha giring şandek nikare raste rast biryar bide. Divê Civata Niştîmanî ya Goran biryara vêya bide. ”

 

Hêjayî gotinêye ku berovajiyê axaftina Hîmdad Heme Elî îro, Tevgera Goran jî tevî du partiyên din yên koalîsyonê Komel û partiya Berhem Salih destpêkê çûbûn civînê piştî ne amadebûna YNK’ê  civînê terk kirin.

 

(sk)