Kolberek Kurd birîndar bû

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya qenala Telegram Kolbernews, duh kolberek li ser zinarên herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, kete xwarê.

 

Navê vî kolberî Mihemed Kerîmî ye (21) û xelkê gundê Dizlî yê girêdayî bajarê Merîwan ê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Mihemed Kerîmî ji bo tedawiyê hatiye rakirina nexweşxaneya Bûelî Sîna ya bajarê Merîwan.

 

(sk)