QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 20’emîn de didomin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên çîn û pêkhateyên cûda jî didome. Li ser mijarê endama polîtburoya sazimankar a xebata Kurdistana Îranê Zeyneb Hisênî û endamê komîteya navenda Komelgeya Zehmetkêşên Kurdistan-Îran Salih Şerîf ji ajansa me re axivîn.

 

Endama polîtburoya sazimankar a xebata Kurdistanî Îran Zeyneb Hisên nerazîbûn nîşa êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê da, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û got ku ev êrîş binpêkirina mafin.

 

 

Zeyneb Hisên bal kişande ser hovîtiya çeteyên girêdayî Tirkiyê û got; “Heya niha di berxwedana Efrînê de jinan rolek sereke û giring lîstiye. Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî jin pêşengiya şoreşê û berxwedanê dike. Ji bo wê jî dewleta Tirk serî li rêyên hovane dide.”

 

Endamê komîteya navendî Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan-Îran Salih Şerîfî jî diyar kir ku ew êrîşên li hemberî Efrîn û gelê wê tên kirin, neheqiyek mezine û şermezar kir.

 

 

Salih Şerîfî bal kişande ser giringiya kongreya netewî û got; “Pirsgirêkên herçar parçeyên Kurdistanê yekin. Li hemberî êrîşên desthilatan kongreya netewî bûye şert. Dewletên mezin jî piştgiriya me nakin. Ji bo wê jî yekane rêya çareseriyê, bûna yek helwest, yekgirtina siyasî û lidar xistina kongreya netewî ye.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here