Li Hewlêrê gel ji bo Efrînê li ser piyan bû

79

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 Li Hewlêrê vê êvarê welatiyên Hewlêrê û Rojavayê Kurdistanê li ber Nûnertiya NY'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang li NY'ê kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng nemîne.

 

 

Di çalakiyê de welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê Esed Enter  ji ajansa me re wiha got; "Em hatine ji NY'ê re bêjin, bêdengiya xwe ya li hemberî êrîş û komkojiyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bişkênin û êrîşên terorîst Erdogan bidin rawestandin. "

 

 

 

Her wiha Konaf Yusif a ji Rojavayê Kurdistanê jî wiha anî ziman; "Divê dijmin bizanibe ku Efrîn nakeve û wê berxwedanê bike. Hemû gelê Kurd yeke. Em hemû li pişta Efrînê ne. Emê çalakiyên xwe yên ji bo berdewam bikin. Bijî Efrîn."