NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên piştgiriya "Berxwedana Serdemê" ya Efrînê bi rengên cuda berdewam dikin.

 

Di çarçoveya bernameyan de wê sibe jî li bajarên Silêmanî û Hewlêrê çalakiyên piştgiriyê bên lidarxistin.

 

Li Silêmaniyê wê di nimêja înê de xutbe ji bo berxwedana Efrînê bê xwendin. Bi armanca ku tevlîbûnek zêdetir çêbibe, wê nimêja înê li Parka Azadî bê kirin. Nimêj bi dirûşmeya "Îna Azadiya Efrînê" wê li beşa bi navê "Sekoyê Azad" ku di nava Parka Azadî de ye, bê kirin.

 

Mijara xutbeya vê înê jî berxwedana Efrînê ye. Yek ji oldarên Silêmaniyê Mela Saman destnîşan kir ku ew ê balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirov û mafdariya berxwedanê. Mela Saman bang li hemû bawermendan kir ku tevlî "Îna azadiya Efrînê bibin".

 

Li Hewlêrê mitîng

 

Li bajarê Hewlêrê jî bi armanca destekdayîna "Berxwedana Serdemê" wê mitîng bê lidarxistin.

 

Mitînga ku ji aliyê Eniya Piştgiriya Efrînê vê tê organîzekirin, wê sibe saet di 15.00'an de li Parka Şanedar bê lidarxistin. Berpirsyarên Eniya Piştgiriya Efrînê bang li tevahiya gelê Hewlêrê kir ku tevlî mitîngê bibin û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bînin ziman.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here