Li Silêmaniyê cezayên bidarvekirinê yên rejîma Îranê hate şermezarkirin

45

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Desteya Piştgiriya Girtiyên Siyasî û Navenda Hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê îro di saet 15:00'an de li Silêmaniyê têkildarî darvekirinên ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve û zextên li ser girtiyan daxuyanî dan.

 

 Di civîna çapemeniyê de Serokê Desteya Piştgiriya Girtiyên Siyasî Mihemed Piştderî axivî û got; "Weke girtiyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê bi tundî cezayê bidarvekirinê yê girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penahî yê Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikim. Ramîn ne yekem kese ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze bi dar ve bike. Timî cezayê mirinê daye Kurdan. Lewma em daxwazê ji rêxistinên cîhanê dikin ku ji bo rawestandina cezayê Rahîm  û hemû girtiyan bikevin nava hewldanan de. "

 

 

 

Pişt re Parlamenterê YNK'ê yê Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd axivî û wiha destnîşan kir; "Pêwîste hemû kes û alî bibin xwedî helwest dijî girtin û bidarvekirina civanên Kurd ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve. Pêwîste peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel welatên dagirker, peywendiyekî li ser bingehên neteweyî bin. Nabe li hemberî girtin û bidarvekirina ciwanên Kurd helwestên şermezarî hebe. Nabe êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke êrîşên dagirkeriyê neyê naskirin."

 

 

 

 

Her wiha di civîna çapemeniyê de birayê Ramîn Penahî, Refîq Penahî axivî û got; "Ramîn wê nekesê yekem û kesê dawiyê be cezayê bidarvekirinê lêhatî birîn li Îranê. Lewma pêwîste navendên navneteweyî û hemû Kurd li hemberî dewleta Îranê bibin xwedî helwest."