NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor rojnameya El Ehram a Misrê îro belav kir, waliyê paytexta Misrê Qahîrê biryara guhertina navê taxa Sultan Selîm ê dema Osmaniyan ku yek ji taxên pir zeytone, da. Sedema vê jî ji ber êrîşa dagirkeriya Osmaniya ji bo ser Misrê hate nîşandan.

 

El Ehram her wiha diyar kir ku ev taxa pêştir navê taxa Sultan Selîmê yekem lê hatiye kirin, belê li ser daxwaza mamostayek ê Zanîngeha Hîlwan li Misrê Dr. Mihemed Sebrî ku mamostayê dîrokê ye, biryara rakirina navê Sultan Selîm hate dayîn.

 

Li ser mijarê Dr. Mihemed Sebrî ku ji heman rojnameyê re axivî, wiha got; “Ne tiştek raste ku di dema Împaratoriya Osmanî êrîşa dagirkerî kire ser Misirê, di encama parastina dijî wan de bi hezaran welatiyên Misirê bi destê Împaratoriya Osmaniyan hatin kuştin. Niha jî navê taxê bi navê Osmanî be.”

 

Guheretina navê vê taxa Qahîrê di demek de ye ku 20 rojin dewleta Tirk ku xwe bi navê ‘Dewleta nû ya Osmanî’ êrîşê ser Efrînê dike. Belê berxwedana şervanan pêşî li êrîşên dewleta Osmanî girtiye. Di çapemeniya cîhanê de jî cihek berfireh hatiye dayîna vê berxwedaniya şervanan.

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here