NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din li paytextê Îranê Tahranê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu civiya. Di hevdîtinê de rewşa herêmê hate destgirtin.

 

Li gor ragihandinên Îranê der barê naveroka civînê de belav kirîn, Rûhanî diyar kir ku ew amadene ji bo çareserkirina pirsgirêkan li herêmê, alikariya Tirkiyê bikin.

 

Rûhînî ev jî got; “Ji bo rawestandina rijandina xwînê li herêmê emê hewldan bikin. Ji ber ku penaberbûna xelkê nayê tehemûlkirin. Rêzgirtina li serweriya welatan û negûhertina sînorên coxrafî wê aramiya herêmê zêdetir bike. Divê wisa bikin ku ti welatek li hemberî welatê cîran hest bi metirsiyê neke.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here