Sendîkayeke Îrlandî jî li dijî dagirkeriya Tirk derket

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Dagirkeriya artêşa Tirk û komkujiyên medenî yên li Efrînê pêk tinê di asta cîhanê de dibe sedema nerazîbûnan. Dewleta Tirk ku hewl dide di ser komkujiyên sivîl re bigire bi dîmen û wêneyên ku di ragihandinê de derketine nekariye vê rastiyê veşêre û li rastê nerazîbûnên cidî tê. Sendîkaya karkeran SIPTU ya Îrlandayê ku 180 hezar endamên xwe hene, ji Wezîrê karên Derve yê Îrlandayê re nameyeke vekirî şand. Di nameyê de hat bibîrxistin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hat xwestin, ji bo rawestandina vî şerî bi hemû hêza xwe bikevin nava liv û tevgerê.

 

Nameya Alîkara Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Ethel Bûckley bi sernavê "Şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Sûriyeyê" ji Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Îrlandayê Sîmon Coveney re hate şandin.

 

Name wiha ye:

 

"Bi navê endamên SIPTU em dixwazin ji we re bêjn ku em bi fikar in, ji ber ku Tirkiyeyê rojên dawî leşker şandiye herêma Kurdan a li Sûriyeyê û êrîşî Efrînê dike.

 

Ev dagirkerî li Efrînê belav dibe ku ev herêm di şerê giran ê Sûriyeyê de cihekî ewle bû. Tevî astengiyên Tirkiye-Sûriye-Cîhadîstan jî bi sed hezaran mirovên li nava welêt ji cih û warên xwe bûn, xwe li Efrînê girtin. Efrîn ji bo wan bû stargeheke bi ewle.

 

Li gorî Ajansa Penaberan, ji sala 2011'an ve 5.4 milyon mirov ji Sûriyeyê ji neçarî koç kirine û 6.1 milyon Sûriyeyî ji cih û warên xwe bûne. Em bi fikar in ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan ên li Bakurê Sûriyeyê krîza penaberan girantir bibe û bi sed hezaran mirovêndin ji cih û warên xwe bibin.

 

Leşkerên Tirk bi balafirên şer bi taybetî êrîşî cihên sivîlan dikin û bi vî rengî texrîbat û xizaniyê dibe vê herêma ewle û aştiyane. Ji ber êrîşên bi balafirên şer ên li ser gund û bajarokan herî kêm 52 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku jin û zarok jî di nava wan de hene.

 

Leşkerên Tirk tevî çend komên cîhadîst êrîş dike û ev êrîş aştî û ewlehiya li Efrînê têk dibe. Ev jî derfetan diafirîne ku bêhn bê ber DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê. Her wiha pêşî li lihevkirineke ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê digire.

 

Bi rêya van êrîşan bi awayekî vekirî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Dewleta Tirk gotara 51. a Peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên Konseya Ewlekariye ya Neteweyên Yekbûyî yên 1625 (2005), 2170 (2014) û 2178 (2014) ji bo dagirkeriya xwe weke hincet nîşan dide, lê ev hincet bê bingeh e. Ji Efrînê ti êrîş li Tirkiyeyê nebûye. Her wiha li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên wê ku dewleta Tirk işaretê pê dike, Tirkiye beriya bikeve nava liv û tevgerê diviyabû bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî bişêwiriya. Wekî din, sedemên vê dagirkeriyê ne 'li dijî terorê' ne, ne jî ji bo 'xwe parastinê' ne. Tenê li dijî Kurdan û hebûna wan a polîtîk e.

 

Piştî ku pêvajoya aştiyê ya navbera dewleta Tirk û PKK'ê Tîrmeha 2015'an qediya, li herêma başûrê rojhilat ê Tirkiyeyê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, gelek cih hatin hilweşandin û bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê dewama wan êrîşan e ku li welatê xwe kiribû. Her du ev êrîş bidomin, derfetên ji bo aştiya li her du welatan kêm dibin.

 

Em ji hikumeta Îrlandayê dixwazin ku sekneke bi pîvan nîşan bide û li hemberî êrîşên li ser Kurdan ku li dijî DAÎŞ'ê gelekî berdêl dan, bêdeng nemîne. Gelekî girîng e ku li ber nîqaşên ku hewl didin dagirkirina bê qanûnî ya li ser Efrînê mafdar nîşan bidin, rabe.

 

Em bang li hikumeta Îrlandayê û we Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê dikin: Fikarên me yên li ser rewşa heyî ya li Efrînê, di nava şert û mercên herî baş de ji rayedarên Tirk re ragihînin, ji bo qedandina her şêweyên êrîşkariyê bang bikin û bixwazin ku hurmet ji hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û mafên mirovan re bê nîşandan."