Talebanî: Tişta li Efrîn rû dide bandorê li ser Herêma Kurdistanê jî dike

48

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Endama rêveberiya YNK’ê û parlamentera Iraqê Ala Talebanî serdana nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmanî kir. Talebanî ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

 

 Li ser armanca serdanê Endama rêveberiya YNK’ê Ala Talebanî ku ji ajansa me re axivî, got; “Me di civîna xwe de li ser ew hemû êrîşên dijî pêkhateyên Efrînê axivîn. Tişta li wir rû dide, di aliyê pêşkeftin û aştiyê de bandorê li ser Herêma Kurdistan û Iraqê jî dike. Niha û pêşerojê jî.”

 

 

Talebanî axaftina xwe wiha dewam kir; “Tişta giring ewe ku vê peyamê bigehînine aliyên fermî yên Iraqê. Qasî ez dizanim li Iraqê piştgiriyek baş ji bo Efrîn heye. Her di nava aliyên Iraqê de û hem jî di nava saziyan de.”

 

Her wiha Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo jî got; “Di hevdîtina îro de me li ser çewan dikarin li parlamentoya Iraqê rewşa Rojava û Iraqê bêxin guftûgoyê bû. Ji ber ku herdû aliyan me pêwîstî bi hev heye. Pêwîstiya me bi alîkariya Iraqê heye. Hem jî Iraq dikare sod ji şêwazê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bibîne. Ji ber ku niha Iraq di krîzê de ye.”

 

 

(sk)