Viyan Caf bi semînerekê hate bîranîn

54

 

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

 

Li navçeya Koyê ya Hewlêrê bi tevlîbûna gelek kesan û bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 12’emîn salvegera şehadeta Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) semînerek hate lidaxistin. Di Semînerê de Endema Desteya Rêveberiya RJAK'ê Pexşan Mehmûd têkildarî têkoşîna Viyan Caf axivî.

 

Endema Desteya Rêveberiya RJAK'ê Pexşan Mehmûd wiha got; "Şehîd Viyan  dema ku felsefeya Rêber Ocalan nas kir, beşdarî nava tevgera azadîxwaza Kurdistanê bû. Ew li wir têgihişt ku ka, Ocalan ji bo jinê çi kiriye. Gotina Rêber Apo ya 'Şoreşa Başûrê Kurdistanê şoreşa jine, heya jin azad nebe civak azad nebe' dubare  dikir. Têkoşîn û berxwedana tê meşandin bi taybet a li Efrînê bi saya şehîdên qehreman ên weke Şehîd Viyan, Destana, Bêrîvan û Zilananan gihiştiye roja îro. Îro li hemberî hêzên NATO şer dikin."

 

 

Pexşan Mehmûd axaftina xwe wiha domand; "Divê jin û ciwanên bi têkoşîn, hizir û baweriya şehîd Viyan derkevin pêş û li hemberî dagirkeran û neyarên Kurdan bibin xwedî yek helwest. Heya em nebîn xwedî yek helwest emê rastî komkujiyan werîn."

 

Di dawiya semînerê de sînevîzyona derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Viyan Caf hate pêşkêşkirin.

 

Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) di sala 1981’ê de li bajarê Silêmanî hate dinê. Di sala 1997’ê de tevlî nav refên gerîla bû. Di şeva 1-2’ê Sibata 2006’ê de li herêma Heftanîn çalakiyek fedayî lidar xist.