Xwendekar: Nabe li hemberî komkujiyên Efrînê bêdeng bin

31

 

 

MIHEMED HESEN/ RAPERÎN

 

Xwendekarên Zanîngeha Raperîn a girêdayî bajarê Silêmanî helwesta xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê ji ajansa me re anîn ziman, êrîş şermezar kirin.

 

Yek ji xwendekarên Zanîngeha Raperîn Ebdullah Feqê der barê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê got; “Tirkiya faşîst bi dirêjiya dîrokê hewldaye gelê Kurd tine bike. Em li vir Tirkiyê û hemû ew hêzên êrîşê Kurdan dikin, şermezar dikin.”

 

 

Ebdullah Feqê wiha jî got; “Ji bo hemû ew dewletên xwe ddemokrat dibînin û ew hemû dewletên xwe Îslam dibînin li hemberî van êrîşên faşîst ên Tirkiyê bêdengiya wan cihê şermê ye.”

 

Xwendekarek din ê Zanîngeha Raperîn Mesûd Serdûlî diyar kir ku çewan Kobanê bi îradeya gel û şervanan ser ket, wê Efrîn jî bi hemana şêwey ser bikeve.

 

 

Mesûd Serdûlî wiha dewam kir; “Divê gelê Kurd yekgirtî be. Ger yekgirtî nebin, bêguman dema buhrî çi hate serê me, pêşerojê de jî wê heman tişt bînin serê me. Ji bo wê çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di destê me bi xwe de ye.”

 

Xwendekara binavê Tavge Ebdullah jî got ku divê demek pêş a din bombebaran û komkujiyên li hemberî gelê Efrînê tên kirin bên rawestandin û got; “Pêwîste û erkê aliyên siyasî ye dijî van komkujî û êrîşan helwest nîşan bidin  û bêdeng nebin.”

 

 

Tavge Ebdullah di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hemû kesê kir ku alikariya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bikin.

 

(sk)