Artêşa dagirker ji Kampa Etma êrîşî Efrînê dike

52

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya ANHA'yê artêşa dagirker û çeteyên wê, çekên yên giran li kampa Etma ku koçberên Suriyeyê lê dimînin, bicih kirine û ji wir navenda herêma Cindirêsê û gundên wê topbaran dikin.

 

Kampa Etma girêdayî parêzgeha Idlibê ye û 20 kîlometre dikeve başûrê Efrînê.

 

Di kampê de bi hezaran koçberên ji Sûriyê hene.

 

Têkildarî mijarê Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê koçberên kampa Etma wekî mertalên zindî bi kar tînin