Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk Efrîn û navçeyên wê bombebaran kirin

49

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya ANHA'yê balafirên şer ên arêtşa tirk şevê din taxên Eşrefiyê, Mehmûdiyê û Qîbarê yên bajarê Efrînê, her wiha gundên Ereb Wêran, Baflonê, SÎkak, Kefer Cenê û Omare yên navçeya Şera, gundê Şingilê yê girêdayî navçeya Bilbilê, gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê û navçeya Şêrawa bombebaran kirin.

 

Di dema bombebaranê de balafirên keşfê jî li ser herêmê geriyan.

 

Dema balafiran bombebaran dikir, artêşa dagirker bi topên obûsan jî êrîşî navenda Efrînê kirin.

 

Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de jineke 50 salî ya bi navê Emîne Şahîn şehîd bû, Jineke ku navê wê nehate hînbuyîn jî birîndar bû. Her wiha di mal û warên welatiyan de gelek ziyana madî çêbûn.