Dewleta dagirker a Tirk li Efrînê komkujiyek din pêk anî

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk a dagirker yê hevalbendên çeteyên hov yên DAIŞ’ê ne îro di saet 14:00‘an de bi balafiran malên sivîlan ên gundê Şikata ya navçeya Şiyê bombebaran kirine û malên wan bi ser wan de rûxandine.

 

Piştî bomebebaranê şêniyên gundê berê xwe dane cihê buyerê û cenazeyê Nisret Osman yê 50 salî ji bin xirbeyan de derxistine û rakirin nexweşxaneyên Efrînê. Lê nekariye xwe bigihîne kesên din yên dibin xirbeyan de mane.

 

Nisret Osman ji gundê Alkana ye koçî gundê Şikata kiribû. Şêniyên gund ragihandin ku dibe ku hejmara şehîdên di bin enqazan de 3 an 4 bin, nasnameya wan nehat zanîn.