SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Şevê din li dijî mala Mele Saman Sengawî ya li Taxa Wilube ya bajarê Silêmanî êrîş pêk hat. Her wiha camên wesayita Saman Sengawî jî hatin şikandin.

 

Di êrîşê de zerfek ku têde li dijî Sengawî gef hatibûn xwarin hatiye avêtina nav wesayitê de.

 

Di sala 2017’ê de li Çemçemal dijî mala Saman Sengawî êrîş pêk hatibû û birîndar bibû.

 

Mele Saman bi rexnekirina desthilata Herêma Kurdistanê tê naskirin û Sengawî timî diyar kiriye ku ti pirsgirêkek wî ya şexsî li gel ti kesê nîne.

 

Her wiha piştî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê, Mele Saman Sengawî timî ji meleyên Herêma Kurdistanê daxwaza helwest nîşandanê dike û biryare ji bo piştgiriya Efrînê Mele Saman tevlî nimêja li Parka Azadî bibe.

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here