BOTAN GERMIYANÎ / GERMIYAN

 

Xwendekar û mamostayên Peymangeha Zanistên  Komputerê ya Germiyan têkildarî êrîşên dagirkeran ên li ser gelê Kurd û di vê demê de girîngiya yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivîn.

 

Xwendekara Peymangeha Germiyan Medya Hesen  wiha got; "Herêmên  bi gelek qurbaniyan hatîn rizgarkirin, ji ber nebûna yekîtiyê û saya desthilatdariya yekperest a Başûrê Kurdistanê û şaşiya partiyekê di nava çend qedeyan de, em di warê siyasî de vegeriyayîn ji berî sed salan."

 

Medya Hesen eşker kir ku wê lidarxistina kongreya neteweyî Kurdan ji van pirsgirêkên rizgar bike û wiha domand; "Eger em yekgirtî bîn wê gelek bandoriya xwe hebe, wê bi yekîtiyê welatên cîran û dagirker cesaret bikin êdî êrîşî bikin li ser me. Wê hesaban ji bo me bikin. Eger ji berî niha kongreya neteweyî pêk bihata, wê ev rewş bi ser gelê Kurd de nehatiya. Niha jî eger kongre pêk neyê wê Efrîneke din û 16'ê Cotmeheke din bi ser me de were."

 

 

Mamostayê Peymangeha  Germiyan Elî Kerîm  wiha anî ziman; "Em kuştiyên destê buhrî ne, eger kongreya neteweyî bihata lidarxistin, bibûna xwedî yek helwest û yekdeng  wê weke niha xaka me neketiye destê dagirkeran de. Nabe êdî berjewendiyê hizbî û kesî bikevin pêşiya berjewendiyên neteweyî. Divê yekane armancên berjewendiyên me herçar parçeyên Kurdistanê be.”

 

Elî Kerîm herî dawî wiha got; "Îdeolojî gelek bandorî li ser kes û civakê heye. Ew rihê ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê heye, pêwîste li parçeyên din jî were bi cih kirin û were dirostkirin. Pêwîste kongre li ser bingehê perwerdekirina kes ku niştîmanê me li gel pîroz be pêk were."

 

 

(ab)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here