‘Em ê bi berxwedanê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk paqij bikin’

63

 

 

 

MAHÎR YILMAZ KAYA-ROZÊ TATANÎ / XAKÛRKÊ

 

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di eniyên pêş yên berxwedanê yên Xakûrkê de cih digirin û şerekek dijwar a parastina axa Kurdistanê li Xakûrkê didin ji ajansa me re axivînin.

 

Gerîlayê HPG’ê Şervan Maku: “Dewleta Tirk pir zêde teknîk bi kar tîne û hewl dide di sala 40. ya PKK’ê de meşa serkeftin û azadiyê bide sekinandin. Hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne tenê li Başûr li Rojava û Şengalê jî dane destpê kirin. Wer difikirin ku wê bi vî awayî serbikevin. Hewl didin PKK’ê tasfiye bikin û destkeftiyên wê têk bibin. Lê, berxwedaneke mezin a gerîlayan li dijî dagirkeriya Tirk heye û gelek çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin. Dijmin li hember van êrîşên xwe yên giran îradeyeke ji pola ya gerîlayan dît. Em eşkere dibêjin ku hunê nekaribin meşa meya serkeftinê asteng bikin.

 

‘Em ê ji komplogeran hesab bixwazin’

 

 

Bi girtina Rêber Apo re xwestin PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd jî di qirkirinê re derbas bikin. Lê, serneketin! Ji ber fikir û felsefeyên Rêber Apo îro ji aliyê hemû gelên cîhanê ve tê pejirandin. Rêber Apo dilopek bû niha bûye okyanûsekî û ji tevahî gelan re bû rê nîşander.”

 

Gerîlayê HPG’ê Baz Feraşîn: “Artêşa Tirk a dagirker 14’ê Kanûnê operasyonêk dagirkirinê li dijî Herêmên Parastina Medyayê dan destpê kirin û xwestin herêmê bixin bin kontrola xwede, bi vî awayî jî derbe li gerîla bidin. Lê, gerîlayên HPG-YJA Star’ê bersiveke hişk dan wan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi berxwedana xwe têk birin. Dewelta Tirk di qada aborî, civakî û siyasî de jî anîne ber îflasê. Kes nikare PKK’ê ji van çiyayan û dilê gelan derbixe. Tevî ku dewleta dagirker ya Tirk teknîkeke giran jî li dijî gerîla bi kar tîne heya mejiyê hestuyê xwe binkeftinê dijî. Gerîla dibin her şert û mercê de di wê hêzêdeye ku şer bike.

 

 

‘Li herêmê bûye çavkaniya hêvî û jiyanê’

 

PKK, di pêşengiya Rêber Apo de ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêvî û jiyanê. Hezêen mêtînger û emperyalîst-kapîtalîst ku li beramber vêya dîtin ku berjewendiyên wan yên li Rojhilata Navîn dikevin metirsiyê ji bo pêşî li vêya bigirin komployeke derveyî mirovahiyê pêk anîn. Xwestin bi komployê çok bi Rêber Apo, PKK û gel danin. Lê, ancax hîn di kêliyên destpêkê de dan nîşandan ku wê çok ne deynin. Ew tovên hêviyê yên Rêber Apo çandibû niha şîn dibe û bi vî awayî komplo hate pûç kirin. Rêber Apo ev 19 sale li Îmraliyê berxwedaneke mezind dide, PKK û gel jî li çar parçeyên Kurdistanê her roja paştir têkoşîn û berxwedanê bilindtir dikin. Azadiya Rêber Apo erka me ya serekeye.”

 

(bz)