BERHEM LETÎF / SILÊMANÎ

 

Li Hola Rewşenbîrî ya li Silêmaniyê îro, ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê û Akademiya Siyasî û Hizrê Demokrasî bi navê 'Li Efrînê Berxwedana Serdemê li hemberî dagirkerên Tirk' semînerek ji bo Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hêva Erebo hate organîzekirin.

 

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di semînerê de diyar kir ku şoreşa li Rojava destpê kir, ne şoreşekî tenê ji bo azadkirina xakê bû, şoreşekî pêkanîn û pratîzekirina sîstemekê bû û got;"Tişta ku Emerîka, Rûsya, Tirkiye û Sûriye qebûl nake ev şoreşa fikrî ya li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike ye."

 

'Em li Efrînê serketîn'

 

Hêva Erebo bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û wiha domand; "Heya niha yek kes ji Efrînê derneketine û koçber nebûne. Tevî ku Efrîn bi xwe xwediyê şêniyekî 400 hezar kese, di heman demê de 400 hezar koçberan jî dihewîne. Li cihê ku xelkê Efrînê bajarê xwe vale bikin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk radiwestin. Berxwedana Efrînê li hemberî yek ji welatên herî mezin ên NATO'yê ye. Evê yekê îspat kir ku îradeya gelan serdikeve. Lewma dikarin bêjin, em li Efrînê serketin."

 

'Êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser hemû Kurdistanê ye'

 

Erebo destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê li ser hemû Kurdistanê ye û wiha pêde çû; "Êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser biratiya gelên Bakurê Sûriyeyê. Niha Erdogan dixwaze vê biratiyê û bi hev re jiyana gelan xera bike. Dixwaze sîstema xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê têk bide."

 

'Divê hemû gelê Kurd li dijî êrîşan bibe xwedî helwest'

 

Her wiha di semînerê de Nûnerê Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê Cewîdan Hesen jî axivî û got; "Serketina şoreşa Rojevayê Kurdistanê serketina herçar parçeyên Kurdistanê ye. Ev êrîş ji bo têkdana şoreşa Rojava ya li Rojhilata Navîn bûye deriyê guhertina ye."

 

Hesen diyar kir ku divê hemû gelê Kurd û bi taybet rewşenbîr xwedî li şoreşa Rojava derkevin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin xwedî helwest.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here