Hovîtiya dagirkeran didome: Navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin

53

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya ANHA'yê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din di saet 23.30'an de du navendên serêjkirina sewalan û mirîşkan ên li başûr-rojavayê bajarê Efrînê bombebaran kirin.

 

Di êrîşa ku avahî hilweşiyan de, her wiha zêdetirî 15 pez mirin.

 

Berpirsê navenda serjêkirinê Xelîl Şêxmûs got ku herdu navendan pêwîstiya kantonê bi cih dianîn.

 

Hêjayî bibîr xistinê ye ku artêşa dagirker Benda Meydankê, cihên şûnwarî, mizgef, dêr, dibistan, navendên tenduristiyê û îstasyona paqijkirina avê jî bombebaran kiribûn.