‘Jinên Rojava li ser tevahî cîhanê bandor çêkirine’

50

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Çalakvana mafê jinan Sinor Kerîm têkildarî girîngiya beşdarbûna şervanên jin a di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker berdewam dike ji ajansa me re nirxand.

 

Çalakvana mafê jinan Sinor Kerîm diyar kir ku jinên Kurd ne tenê bandor li  gelê Kurd kiriye, belku ji bo hemû rêveberiyên cîhanê bûne pêşeng û wiha dewam kir; “Ji bo pratîzekirina fikir û îradeya rastî ya jin bûne mînak. Tişta li Rojavayê Kurdistanê heye, berhemê fikrê Rêber Apo ya ku berhemê 40 sal ê têkoşîna azadîxwaza gelê Kurde."

 

Sinor Kerîm destnîşan kir ku jin du caran bûne qurbanî û wiha pêde çû; “Yek bûye qurbaniyê civakê, careke din xwe bi xwe ne dikin qurbanî û nekarîne hebûna xwe weke kesayetiya bidin naskirin. Ango jin dîrok û kesayetiya xwe nasneke nikare pêş bikeve û nikare piştgiriya jinên din ji bike, weke hêzekî parastinê.  Divê jin fikrên Rêber Apo tenê li parçeyekê sînordar nekin. Tişta ku Rêber Apo kariye ji bo jinan bike, hemû fîlosof û zanayên cîhanê nekariye bikin û nekarine bi vê astê ji bo jinan xizmetê bike. 

 

Çalakvana mafê jinan Sinor Kerîm herî dawî wiha got; "Dîroka 5 hezar salan, tenê dîroka bêdengkirin û lewazbûna jinê bû. Lewma niha û bi vê xebata jin li Rojavayê Kurdistanê li ser bingekê fikrên Rêber Apo dide meşandin, ev dîroka tejî zilma dahaqan ji bo jinan hate pûçkirin. Bi hezaran jin xwedî li firkên Rêber Apo derdikeve. Em jî divê xwedî helwest bîn, ji ber ku bi xwedî derketina li fikrên Rêber Apo em dikarin kesayetiya xwe pêş bixîn."

 

(sk)