NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê têkildarî rewşa perwerdeyê piştî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê daxuyaniyek da.

 

Daxuyanî li dibistana Şehîd Nişet a bajarê Efrînê bi amadebûna bi dehan mamosteyên herêmê û kadroyên perwerdeyê hat xwendin.

 

Koordînasyên KPC. Demokratîk Selwa Hemo Şaro bi zimanê Erebî û Emîra Hemo bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin.

 

Di daxuyaniya KPC.Demokratîk de ev tişt hate gotin:

 

“Bi navê Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk em êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ji 20.01.2018‘an de dest pê kir şermezar dikin. Weke tê zanîn ev êrîş sivîl, saziyên bajêr, bi taybet dibistnên kantonê, navçe û gundê wê hedef dike û heta niha jî berdewam dike.

 

Ev êrîş tirsa dagirkeran ji hêza zarok û xwendekarên pêşerojê ku fêrbûneke dirûst li ser bingehê rastiya çand û ziman û avakirina kesayeteke berxwedêr welatparêz têne perwerdekirin, nîşan dike.

 

318 dibistan û zanîngeh hatin girtin

 

Armancê Erdogan ewe ku projeya Sûriyê Demokratîk asteng bike, li ser vê yekê bi balafir, tank û topbaran êrîşî sivîlan dike. Di encamê êrîşan de 318 dibistan di nav de zanîngeh û peymangeh hene hatin girtin, di encamê de 50 hezar xwenedar bê perwerde mane, her wiha 19 xwendekar şehîd bûne û 27 jî birîndar bûne,  niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.

 

11 dibistana ziyan dîtiye

 

Êrîşên artêşa Tirk ne tenê sivîl û xwendekaran armanc dike, lê belê dibistan û saziyên perwerdeyê jî rastî topbaran wan hatin, di encamê de ziyan gihiştin zêdeyî 11 dibistanî.

 

Tevî van êrîşan jî îrade û îsrara xwendekar, mamoste û gelê Efrînê roj bi roj xûrtir dibe ku xeta parastinê û avakirina projeya Neteweya Demokratîk didomînin.

 

Li hemberî van kiryaran civaka navdewletî, mafê mirovan helwesteke cîddî nedaye da ku mafê zarokan ên perwerdeyê were parastin.

 

Herî dawî wekî mamosteyên herêmê em soz didin ku dev ji xaka Efrînê bernedin û di her şert û mercan de soz didin ku xaka welatê xwe biparêzin û perwerdekirina xwendekaran berdewam bikin.”

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here