Li Hewlêr pêşangeha ‘Ez û tu xwedî niştîmanîn’

46

 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Li bajarê Hewlêr ji aliyê çend wênesazên Kurd û Xiristiyan ve li Peymangeha Tenkînî ya Hewlêr pêşangehek wêneyan a bi navê ‘Ez û tu xwedî niştîmanîn’ hate vekirin. Pêşangeh ku sê rojan dewam kir, duh êvarê bidawî bû.

 

Navenda Ala û Gruba Renc bi alikariya Dêra Margûrgîs Diyana û Dêra Marîwhena li Hewlêr û desteka Zanîngeha Polîteknîk li Hewlêr pêşangehek vekir.

 

Serpereştê pêşangehê Renc Ebdullah der barê armanca vekirina pêşangehê de ji ajansa me re wiha axivî; “Di vê pêşangehê de 105 tablo hatine nîşandan. Naveroka tabloyan li ser jiyana bi hev re û aştiya baweriya civakane. Tablo ji bo firotinê ne jî.”

 

 

Renc Ebdullah ev jî got; “Em dixwazin bi rêya vê pêşangehê ji raya giştî ku ji vê rewşê bêzarin, ragihînin ku baweriyên xwe bixin xizmeta jiyana bihev re. Mirov ji dijbertiya li hemberî hevdû bên dûrxistin. Pêşangeh sê rojan dewam kir. Zêdetirê 30 wênesazên Kurd û Xiristiyan tevlî bûn. Duh êvarê roja dawî bû. Wê çalakiyên me yên hunerî dewam bikin. Emê biçin bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî.”

 

 

 

 

 

(sk)