Li Seyiqsadiq Viyan Caf hate bîranîn

33

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Li Hola Rewşenbîrî ya navçeya Seyidsaqid a Silêmaniyê  bi tevlîbûna gelek kesan û bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 12’emîn salvegera şehadeta Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) semînerek hate lidaxistin.

 

 

Di Semînerê de Endama RJAK'ê Beyan Heme Elî axivî û wiha behsa têkoşîna Viyan Caf kir; "Şehîd Viyan Caf di civakekî ku girêdayî hiştmendiya namûsperestî û zayendperest de li dijî vê fikrê derket û hemû qanûn û yasayên klasikî red kir. Di temenekî biçûk de hest bi êş û azarên jinan kir. Lewma gelek girînge em jî weke jin bi heman şêwayê şehîd Viyan vê xebatê berdewam bikin û li dijî astengiya rawestin."

 

Beyan Heme Elî axaftina xwe wiha domand; "Şehîd Viyan Caf bi beşdarbûna nava refên gerîla de şoreş pêk anî û ji bo têkoşîna azadiyê jinê gelek xebat kir. Li gorî baweriya wê timî pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê heye, heya digehe demokrasiyê. Lewma divê ev xebat berdewam bike."