Li Silêmanî nimêja Îniyê ya Efrînê

50

 

 

 

DILŞAD XOŞNAW/ SILÊMANÎ

 

Îro li Parka Azadî ya bajarê Silêmanî bi pêşengiya Mele Saman Sengawî ji bo piştgiriya Efrînê nimêja roja Îniyê ku hate kirin, ji serkeftina Efrînê dua hatin kirin.

 

Mele Saman Sengawî ku di nimêja Îniyê de xudbe dan, bal kişande ser dagirkeriya ser Efrînê û zilma artêşa Tirk li ser welatiyên sivîl û ji bo serkeftina şervan û gelê Efrînê dua kirin.

 

Her wiha Sengawî bal kişande ser hedîseyên li dijî zilm û sitemên dagirkeran û pîroziya derketina li dijî zilmê.

 

Di nimêja roja Înî ya ji bo Efrînê de jin jî tevlî bibûn û ji bo serkeftina Efrînê ji dua kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

(sk)