Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê maça fotbûlê

56

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê îro di saet 15:00'an de li Stadyoma Çiya Tîma Çiyakanî Silêmanî û Tîma Rojava ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê  çalakiyek lidarxistin û herdu tîman bi hev re lîstin.

 

Ji berî maç destpê bike Hevseroka Nûnertiya PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Kelsûm Elî axivî. Kelsûm çalakiya civanan bi nirx nirxand û eşker kir ku êrîşên li ser Efrînê li ser tevahiya gelên Sûriyeyê ye û got: "Berxwedana Efrînê ne tenê berxwedana Kurda ye, berxwedana mirovahî û mirovên azad a li hemberî dagirkerî ye."

 

Piştî axaftina herdu tîm li hemberî hev lîstin.

 

Encama maçê wiha ye,

 

Tîma Rojava:  2

Tîma Çiyakanî Silêmanî: 3​