HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Endamê Encumena Navçeya  Xurmatû ya Selehadînê Elî Haşimî ji ajansa me re ragihand ku îro piştî nîvro li gundê Xilêw ê dikeve rojavayê Xurmatû çeteyên DAIŞ'ê 5 şivan ber bi cihekî nediyar ve revandin.

 

Elî Haşimî eşkere kir ku ji şivanên hatine revandin, heya niha ti agahî jê nehatine gitin û got ku pezên wan li cihê hatine revandin mane.

 

Endamê Encumena Xurmatû Elî Haşimî got ku li herêma şivan lê hatine revandin timî çeteyên DAIŞ'ê hene.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here