Malbatên şehîdan: Kurd yekane bi yekgirtinê wê serbikeve

33

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ ŞAREZÛR

 

Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 21’an de didome. Malbatên şehîdan ên navçeya Şarezûr a girêdayî Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, ji bo Efrînê banga piştgiriyê kirin.

 

Welatiyê binavê Seywan Osman ku ji malbata wî di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd hene, têkildarî helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê got; “Pêwîst bû hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê helwesta pratîkî heba. Ger îro dagirker êrîşê ser Rojava bikin, wê sibê jî êrîşê ser xaka Başûr bikin.”

 

 

Seywan Osman wiha jî got; “Em bi hêzên YPG’ê ku niha dijî dagirkeriya Tirk bi lehengî şer dikin, serbilindin. Ger ku rayedarên Başûr weke çewan li nuqteya asayişê ya Dêgele pêşî li meşa ciwanan a ji bo Efrînê girtin, astengî çêneke bêguman ezê ji bo parastina xaka Efrînê biçûbam. Mixabin rayedarên Başûr li cihê alikariya Efrînê bikin, astengî ji bo ciwanan çêdikin ku neçin Rojava.”

 

Her wiha jina binavê Nîgar Elî ku hevserê wê di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûye, li ser êrîşên dijî Efrînê got; “Ew dagirkeriya dewleta Tirk li dijî xaka Rojavayê Kurdistanê û Efrînê destpê kiriye şermezar dikim. Divê hemû takekesê Kurd xwedî helwest be û van dagirkeriyên li ser xaka Kurdistanê şermezar bike.”

 

 

Nîgan Elî ev jî got; “Daxwaza me malbatên şehîdan ji h emû hizib û aliyên siyasî ewe ku hemû yekgirtî û yekdeng bin. Gelê Kurd yekane bi tifaqê dikare serbikeve. Dikare ji van pirsgirêk û aloziyên hatine pêşiya wan rizgar bibin.”

 

(sk)