Meclîsa Tendirustî ya Mexmûrê ji bo Efrînê seferberî Îlankir

34

 

 

 

ROJNEWS/MAXMÛR

 

Meclîsa Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehid Rûstem Cûdi  (Mexmûr) ji bo pişgirî  dayîna Efrînê seferberî  îlan kir û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û îro  daxuyaniya çapemeniyê dan.

 

Daxuyniya çapemenîyê îro di demjimêr 11:30’an de li Akademiya Ferhat Kurtay hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Tendirustî Mehemed Ûnver ve hat xwendin.

 

Di despêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelên me yê welatparêz, dostên heja, hemû derdorên bi wijdan û rêz li mafê mîrovan digrin ev zedetirî 21 rojin dewleta  Tîrk a dagîrker li gel çeteyên hevkarên wi yên wekî bermayên terorîstên  DAIŞ ,El Nusra,El Qaide û çeteyen qaşo Opozosyona Surî bi bin pêkirina hemû mafên mîrovahi, wijdani, exlaqi û bêyî ku ti qanûnên navnetewi nasbikin êrîşên li ser gelê meye Efrinê dîkin.”

 

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kêşand ser 72’emîn salvegera Komara  Mihabat û wiha berdewam kir: “Çavê dewleta Tirk li ti destkeftiyên gelê me û parçeyên kurdistanê ranabe. Minaka vê ya heri diyar di roja 20’ê Çile de ku 72’emîn salvegera Komara Mihabat bû, dewleta Tirk bî 72 balafirên şer êrişî herêmek wekî Efrinê dike. Bi vê kiryara xwe dixwaze ji gelê me re beje eger 72 sal derbaz bibe jî li kîjan parçeyê Kurdistanê be ezê nehêlim hûn bibin xwedi sitatû. Lê ev xeyalek valeye, ji ber gelê Kurd ne ew gelê ji berî sed salane.  Niha gelê Kurd xwedi rêberti, bi deh hezaran şehid, şervan û welatparêzane. Gelê Kurd êdi rêxistin kiriye xwedî hizir, ideolojî û felsefeyek a Rêber Apo ye.”

 

Daxuyaniya çapemeniyê  wiha bi dawi bû: “Em serhildan û berxwedana gelê xwe ya li herçar parçeyên Kurdistanê û li hemû aliyên cihanê li gel dostên xwe didin nişan kirin silav û piroz dikin. Em berxwedana serdemê ya bi pêşengtiya YPG, YPJ, QSD û hemû gelên Efrinê ya li hember dagirkeriyê dimeşinin silav dikîn, serkeftina wan li hember dagirkeriyê pirozdikin. Di vê çarçoveyê de em wekî Meclisa Tendirustî ya Wargehê bi pişbestîn li gel biryara seferberiyê ya Koma Civakên  Kurdistanê, Meclisa Gel ya Wargehê û Encûmena  Tendirustî ya Başûrê Kurdistanê, biryara seferberiya  Tendirûstî  îlandikin.”

 

Daxuyaniya çapemenî ya Meclîsa Tendirustiya Mexmûrê  bi  dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehid Namirin’, ‘ Bijî berxwedana  Efrînê’ bi dawî bû.  

 

 

 

(ht-hr)