QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Mitînga ku ji aliyê Eniya Piştgiriya Efrînê ve hatî organîzekirin, li Parka Şanedar a Hewlêrê vê êvarê bi beşdariya hezaran kesan destpê kir. Di mitîngê de rêveber û nûnerên rêxistinên siyasî û civakî, her wiha şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmurê jî cihê xwe girtin.

 

Di mitîngê de alên YPG/YPJ'ê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên ku dilsoziyan bi berxwedana Efrînê re hatin  berzkirin.

 

Di mitîngê de Endamê Eniya Piştgiriya Efrînê Zîwer Gerdî daxuyanî xwend û wiha got; "Ji bo serkeftina berxwedana gelê Rojava û Efrînê ya li dijî dagirkeran, em pîrozbahiyê li gelê Rojava û Efrînê dikin. Em li vêderê dibêjin, Efrîn wê Hewlêr timî piştgiriya te bike."

 

Pişt re peymana Malbatên Şehîdan ji aliyê bavê şehîd Başûr Soran, Hadî Omer ve hate dayîn û got; "Divê Erdoganê dîktator bizane ku wê Efrîn nekeve û wê serbikeve. Bi boneya serkeftinê, pîrozbahiyê li hevrêyên kurê xwe Başûr Soran dikim.  Eger qebûl bikin ezê bi şanazî biçin Efrînê û xebata kurê xwe li gel şervanan berdewam bikim û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikim."

 

'Emê ji bo piştgiriya Efrînê berxwedanê bihêztir bikin'

 

Her wiha Nûnera Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş jî axivî û wiha anî ziman; "Şervanan ji Erdogan û hemû cîhanê nişan da ku gelê Kurd dagirkeriyê qebûl nake. Serkeftina mezin di rê de ye. Lewma emê ji bo piştgiriya Efrînê berxwedanê bihêztir bikin."

 

'Pêwîste zêdetir piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin'

 

Di mitîngê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî axivî û wiha destnîşan kir; "Pêwîste zêdetir piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji bo ku dijminên gelê Kurd baş bizanin ku wê Efrîn serbikeve. Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û şervanan dikin ku zêdetirî 20 rojane dewleta Tirk li hemberî berxwedana Efrînê dişkê."

 

Her wiha Nûnera Tevgera Goran Suad Rezaq jî diyar kir ku divê Hewlêr bi yek dengî piştgiriyê bide Efrînê û demildest zext werin kirin, ji bo ku baregeh û mîta Tirk ji Başûr were derxistin.

 

Di mitîngê de Koma Muzîkê ya Şehîd Berçem û Zagror  çend stranên berxwedan û serkeftinê gotin.

 

 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here