CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Berxwedana Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 21’an de didomin. Bi berdewamî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber weke pêwîst alikariya gelê Efrînê nake tê rexnekirin.

 

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Omer Înayet ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Weke koma Tevgera Goran me gelek hewlda ku runiştinek taybet ji bo guftûgo kirina êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê, pêk were. Belê mixabin serokatiya parlamentoyê ji çend xalên runiştina parlamentoyê tenê xalekê de qala Efrînê kir. Ev jî bi çend bangewaziyan bidawî bû.”

 

Înayet wiha dewam kir; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêş hemû tiştî Deriyê Sêmalkan veke. Ji bo gel û hikûmet bi xwe jî alikariya madî, leşkerî û tenduristiyê bigehîne kantona Efrînê. Yan jî bigehînine kantona Kobanê. Li vir jî rayedarên Rojava wê bigehînine gelê Efrînê.”

 

Înayet her wiha got; “Nabe hikûmeta Herêmê çavê xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk bigire. Guman heye ku girtina sînorê Sêmalkan vedigere ew lihevkirina çend sale li gel Tirkiyê çêkirî ye. Hinek xal û mijar têde hene ku ji bo kesê nehatine şekerekirin.”

 

Parlamenterê Goran Omer Înayet axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Zêdetirê parlamenterên komên cûda yên parlamentoya Herêmê dil û giyanê wan li gel Efrînê ye. Belê mixabin desteya Serokatiya Parlamentoyê hîn zêdetir girêdayî lihevkirina 50 salan a li gel Tirkiyê tev digere.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here