ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navnetewî de di 15’ê Sibata 1999’an de radestê Tirkiyê hate kirin û 19 salin di girtîgeha Îmralî de tê ragirtin. Çavdêrê siyassî û nivîskar Mihemed Emîn Pênciwênî bi boneya salvegera 15’ê Sibatê ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku Ocalan di encama komployek navnetewî de hate girtin.

 

Nivîskar û çavdêrê siyasî Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku her dema tevgera Kurd gihabe qonaxek ber bi serkeftina dawî ve, dijminên Kurdistanê li dijî vê tevgerê derketine û wiha dewam kir; “Li Bakûrê Kurdistanê tevgera Kurd hebû û çav li rê bû ku bi serokatiya Abdullah Ocalan ber bi serkeftin û dewletbûna tevgera Kurd ve diçe.”

 

Pênciwênî axaftina xwe wiha dewam kir; “Dewleta Tirk û dagirkeran fikir kirin ger ku Bakûrê Kurdistanê çêbibe û giyanê Kurdî ava bibe, wê ev bibe jêderek ji bo azadîxwazên cîhanê û tevgera şoreşgerî li Rojhilata Navîn. Şoreşa Kurd li ber qonaxa bihêz a çalakiya serbazî û çalakiya siyasî de bû. Zêdetirê herêmên Bakûrê Kurdistanê dibin destê PKK û gerîlayên wê de bû. Kolanên Bakûrê Kurdistanê ji xwepêşandanên şoreşê di keliya. Dijmin dixwazin Kurd tenê xwedî mafek herêmî hebe. Nabe ku fikra serbixweyî, dewlet û cûdabûnê bikin. Ji bo wê bi komploya navnetewî Ocalan girtin.”

 

 

Der barê çareseriya rewşa Kurdistanê de Pênciwênî got; “Ji bo çareseriya rewşa Kurdistanê, divê Kurd sûdê ji tezên Ocalan bigirin. Di şoreşa Rojava de teza Ocalan hatin xistina meriyetê. Ji bo wê serkeftina şoreşê berdewame. Em bifikirin çima li Rojava serkeftin heye û gel diherikine nav şoreşa heyî, çima li parçeyên din nîne. Bêguman van hemûyan yek bersiv heye. Ew jî xistina meriyetê ya tezên Ocalan e.”

 

Li ser tecrîda girankirinî ya li ser Ocalan tê meşandin jî Pênciwînî ev got; “Tirkiye bi hemû şêwey dixwaze Ocalan û tezên Ocalan, bîr û baweriya Ocalan ji gelê wî qut bike. Di navbera Ocalan, şoreşger, hizib, PKK, şervan, gerîla û ew hemû kesên dixwazin gel azad bikin de astengî çêbikin. Tecrîda li ser Ocalan beşek ji siyaseta dijminan a Tirkiye dijî gelê Kurd dimeşîne ye. Ji ber ku gelê Kurd bi rêjeyek zêde li herçar parçeyên Kurdistanê girêdayî ruh, hizir û têzên Ocalan e.”

 

Di dawiyê de çavdêrê siyasî û nivîskar Mihemed Emîn Pênciwênî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ocalan 19 salin di girtîgehê de ye. 2 salin destûr nadin kes biçe gel û tecrîd li sere. Belê ruhê Ocalan dinava ruhê hemû şoreşgerek Kurd da ye. Fikira Ocalan di nava fikira hemû şoreşgerek Kurd de ye.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here