Rêveberiya Kantona Efrînê ji bo rawestandina êrîşan bang li NY’yê kir

36

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Qaîde yên girêdayî wê ya li ser Efrînê di roja xwe ya 21’an de dewam dike. Rêveberiya Kantona Efînê li dijî êrîşan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya bi zimanê Ereb ku li pêş avahiya kantonê hate dayîn ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kontona Efrînê Hêvî Mistefa ve hate xwendin.

 

″Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (DAIŞ, El-Nusra û El-Qayîde) ên li ser Kantona Efrînê di roja 21′emîn de didomin. Armanca ji van êrîşan dagirkirina herêmê, qirkirina gelê Sûriyê  û guhertina demografiya herêmê ye. Ji bo ku dewleta Tirk van armancên xwe pêk bîne, bi hemû cûreyên çekên giran, çekên qedexekirî û balafiran êrîşî herêmê dike. Di encamê de 160 sivîl (di nav de 26 zarok û 17) hatin kuştin, 395 sivîl (piraniya wan zarok û jin) birîndar bûn û gelek malên sivîlan hatin rûxandin.

 

Her wiha Artêşa dagirker û çeteyên wê bi zanebûn binesaziya Kantonê (parzûngeha ava vexwarinê, dibistan, mizgeft, bendav, depoyên xwarinê, navendên tenduristiyê) û cihên dîrokî wekî Eyn Darê, kela Nebî Hûrî, Dêra Marmaron û Elîbiskê hedef girtin.

 

Di encama êrîşên hovane de, zêdeyî 60 hezar şêniyên gundên li ser sînor neçar man ji malên xwe derkevin û li navenda bajarê Efrînê bi cih bibin.

 

Gelê Efrînê û şervanên QSD′ê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de destanên lehengiyê dinivîsin. Em axa Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra re nahêlin. Civaka navneteweyî jî li hember binpêkirin mafên mirovan hê bêdenge.

 

Em piştgiriya gelê Bakurê Sûriyê ji gelê Efrînê re pîroz dikin, her wiha piştgiriya Kurdan û dostên wan ên li tevahî deverên cîhanê jî pîroz dikin.

 

Em bêdengiya navneteweyî li hember van êrîşên ne rewa şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên hiqûqî, NY û Meclîsa Ewlekariyê ya navneteweyî dikin ku van êrîş û komkujiyan rawestînin.

 

Her wiha banga me ji rêxistinên mirovî re heye ku bi erka xwe ya mirovî rabe, korîdorên mirovî veke û alîkariyên xwarin û dermanan pêşkêşî gelê Efrînê bike.

 

Emê bi gelê xwe re bibin alîkar û layîqî berxwedana wan bin.″

 

Di dawiyê de pirsên rojnamevanan hatin bersivandin.