Rêwîtiya Şengaliyan ber bi Berxwedana Serdemê ve

40

 

 

 

HESRET AMED/ EFRÎN

 

Ev heftiyeke ku gel ji Şengal û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Berxwedana Serdemê an ku warê berxwedanê Efrînê. Yek ji meşvanên Şengalê Murad Nemir hestên xwe yên Rêwîtiya ber bi Berxwedana Serdemê ve ji Çira Tv re axivî û bi van gotinan nerîn û hestên xwe anî ziman. Murad got ku xwedî derketina li Efrînê, xwedî derketina li azadî, wekhevî û biratiyê ye.”

 

‘Dilê her kesî ji bo Efrînê lêdida’

 

Murad Nemir bi van gotinan armanca xwe a ber bi Efrînê ve anîne ser ziman; “Ev sê rojin ku me berê xwe daye Efrînê, dema ku em dibêjin tu ferq di navbera Şengal û Efrînê de nîne pêwîste ku em lê xwedî derbikevin. Me ji Şengalê berê xwe da Efrînê, li kantona Cizîrê gel jî tevlî me bûn û me bi hev re rêwîtiya xwe berdewam kir. Li Kantona Kobanê jî gel bi heyecanek pir mezin em pêşwazî kirin, çi kesên ku dilê wan bi biratî û mirovahiyê re ye ev karwan û çalekvan pêşwazî kirin û tevlî vê çalakiya pîroz bûn. Dema em dibêjin tu ferq di navbera bajar, gund û Efrînê de nîne, ji bo wê xwedî derketinek pêwîst dike. Ev hatina gel a bi heybet pênaseya vê gotinê dike, ji bo wê jî dile her kesî ji bo Efrînê lêdida.”

 

‘Efrîn bûka Kurdistanê ye’

 

Murad Nemir ku bi coşek pir mezin çavê wî li gihştina Efrînê bû bi van gotinan heyecana xwe ya ji bo xwedî derketina li Efrînê anî ziman: “Efrîn a me hemiya ye, Efrîn mala me hemiya ye û Efrîn bûka Kurdistanê ye. Her darek ji yê zeytûnan pênaseya şervanekî me dike, ev zeytûnên wê jî dê bibine gule û di sînga çeteyên Erdogan û hevakrên wî de biçikin. Ji ber ku xwedî derketina li Efrînê xwedî derketina li mirovahiyê ye, her kesê xwe xwedî şeref û namûs dibîne dê xwedî li Efrînê derbikeve. Xwedî derketina li Efrînê xwedî derketina li azadî, wekehvî û biratiyê ye. Li ser wî bingehî ez bang li her kesê xwedî wijdan dikim ku xwedî li Efrîna berxwedêr derbikevin.”

 

‘Dawiya Erdogan û hevkarên wî dê li Efrînê be’

 

Murad Nemir di dawiya axaftina xwe de bal kêşand ser zilm û zordariya Erdogan li ser gelê Kurd û civaka Êzidî û wiha dawî li axafina xwe anî: “Bisalane Erdogan zilm û zorê li ser gel û civaka me dike û her di nava hewldanê de ye ku koka me tune bike. Qaşo Erdogan bi navê Îslamiyetê bang dike, lê tu ferq û cudahî di navbera Erdogan û DAIŞ’ê de nîne. Em Kurd, Erdeb, Suryan, Êzidî û hwd yekin, her wiha êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser Şengal û her cihekî me ne. Berxwedaniya gel û şervanên me li Efrînê wê dawî li Erdogan û hevkarên wî bîne. Çawa Erdogan û hevakrên wî her roj Efrîna me bombe baran dike, wê binkeftina wan jî li warê berxwedanê Efrînê be.”

 

(sk)