RJAK’ê kuştina jina ciwan Bêlan şermezar kir

32

 

 

 

MIHEMED HESEN/ KOYE

 

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) îro li navçeya Koye ya girêdayî Hewlêr bi çalakiyekê kuştina jina ciwan Bêlan Mihemed a 20 salî şermezar kir.

 

Di çalakiyê de peyama RJAK’ê ji aliyê Lence Mehmud ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Em weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê bi hemû şêwey vî karê ne mirovane şermezar dikin. Bêlan her karek kiribe, ne hêjay kuştinê bû.

 

Divê civaka Başûr baş bizane û fam bike ku jin ne şeref û namûsa zilame. Şeref û namûsa me xak û nîştîmane. Jin xwedî hêz û kêrhatina xwe îfadekirinê ne. Mînak çalakiya fedayî ya Avêsta Xabûr e. Bûye serbilindiya hemû jinên cîhanê. Tişta Avesta Xabûr şeref û namûsa Kurdan parast. Şeref û namûs xak û welate, ne jine.

 

Di dawiyê de dibêjin erka herî giring û giran li ser milê jinan e. Divê civaka Başûr vê rastiyê baş bizane û hewl bidin xwe perwerde bikin. Êdî em ne namûs û şerefa ti kesê ne.”

 

Jina ciwan Bêlan Mihemed a 20 salî, di 21’ê Çileyê de li gundek ê sînorê navçeya Koye hate kuştin.

 

(sk)