Tevgera Azadî çû serdana Mela Saman

37

 

 

 

SILÊMANÎ /ROJNEWS

 

Şandeyek ji rêveberên Tevgara Azadî çû serdana mala Mele Saman Sengawî û piştgiriya wî kirin. Rêveberên Tevgera Azadî hêviyên xwe yên derbasbûyînê pêşkêş kirin û gotin ku piştî helwesta Mele Saman a netewî û helwesta wî ya li dijî desthilatdariya Başûr ev êrîş pêk hatiye.

 

Endamên şandeyê piştgiriya xwe ya ji bo Mele Seman anî ziman û êrîş şermezar kir.

 

Mele Saman jî derbarê êrîşê de agahî dan û got; "Saet di 00.20'an de êrîş pêk hat. Ez di xew de bûm, zarokên min ez şiyar kirim û gotin êrîş pêk hatiye. Zerfek xistibûn hundirê seyarê û tê de peyama tehdîdê hebû. Lê asayîşê nehişt ku em lê binêrin ka di peyamê de çi tiştên din hene. Ez guman dikim ku bombe jî hebû."

 

 

Mele Saman da zanîn ku tu pirsgirêkek wî bi tu kesî re nîne û wiha dom kir: "Ev êrîş piştî ku me biryar da em ê îro nimêja Înê ji bo Efrînê bikin, pêk hat."

 

 

(sk)