SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê di roja 21’an de didomin. Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa êrîşên li ser Efrînê dan û bal kişandine ser pêwîstiya tifaqa Kurdan.

 

Yek ji xwendekarên Zanîngeha Silêmanî Perî Ferîdûn li ser êrîşên dewleta Tirk dijî Efrînê got; “Ev êrîşe xweperestî û nijatperestiya dewleta Tirk nîşan didin. Bi navê dîn û cîhadê zilma xwe ferz dike.”

 

 

Perî Ferîdûn got; “Duh Helebce, Şengal û Kobanê bû, îro jî Efrîne. Heya hikûmet û alî bêdeng bin, yekgirtin nebe, wê êrîşên ji bo tinekirina Kurdan bidomin.”

 

Xwendekarê binavê Sefwan Surçî jî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên ser Efrînê wiha anî ziman; “Ev êrîşên li ser Kurdistan û taybet Efrînê didomin, sedema xwe ji ber nebûna yekîtiya me ye. Ew çenda ku em li pey fikra derve diçin, ew çend li pey fikir û îdeolojiya xwe naçin.”

 

 

Surçî axaftina xwe wiha dewam kir; “Armanca Erdogan tinekirina Kurdan û destkeftiyên Kurdan e. Dîrok diyar dike ku Osmanî û Sefewiyan çi armanc hebû. Weke sureta Nesrî ya Xumeynî, Enfala Sedam û sûreta Fetih a Erdogan. Sibe wê bê li ser me sûreta Fatîha bixwînin. Ji bo çareserî û derbasbûna ji van metirsiyan pêwîstî bi kongreya netewî heye.”

 

Surçî rexne li siyaseta Herêma Kurdistanê jî kir û got; “Ew ji ber berjewendiyên xwe bêdengin. Li cihê parastina me bikin, di hewldana parastina postê xwe de ne. Berjewendiyê takekesî û malbatî yê wan li gel Erdogan heye.”

 

Xwendekarek din a Zanîngeha Silêmanî Vanya Îbrahîm jî li ser êrîşên dewleta Tirk got; “Ez êrîşên li ser Efrînê şermezar dikim. Ji bo dagirkeriyan rûreşiyek mezine ku li gel dagirkeriya xwe li hemberî cenazeyên şehîdên me bêrêziyê jî dikin.”

 

 

Vanya Îbrahîm got; “Efrîn bi ruh û cesareta mezin a şervanên jin wê bi serbikeve.”

 

Der barê êrîşên dewleta Tirk de Ebdurehman Ebdulcebar jî got; “Em ji ber êrîşên li ser gelê pir xembarin. 21 rojin Erdogan sûreta Fetah girtiye destê xwe û zarok û jinan qetil dike.”

 

 

Ebdurehman Ebdulcebar wiha jî dewam kir; “Ji bo vê jî divê kesayetên oldar dijî Erdogan derkevin û qebûl nekin bi navê ol van sûcan bikin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here