Asya Başûr: Divê statûya gelên Bakurê Sûriyê were nasîn

64

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi sedan Rêxistinên Civaka Sivîl yên Hindistan, Afganîstan, Pakîstan û Bangladeş, bang li sekreterê giştî yê NY’ê kir ku êrîşên dagirker yên li ser Efrînê bide rawestandin û daxwaz jî ji NY hate kirin xwerêveberiya demokratîk ya gelên Bakurê Sûriyê nas bike.

Nameya ji Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re hatî şandin, di heman demê de ji serokên dewletên ku di cîhanê de li pêş in re jî hate şandin.

 

Daxwaza naskirina Kantona Efrîn kirin

 

Di nameyê de têgotin ku dive êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk were sekinandin û daxwaz hate kirin ku gelê Bakurê Sûriye weke Xwerêveberiya Demokratîk were nasîn.

 

Di Nameya ji NY’ê re hatî şandin de ev daxwaz hatin kirin:

 

Li hemberî êrîşên Tirkiye helwestên zelal bên nîşandan.

 

Divê hêzên leşkerî yên Tirk ji ber qetilkirina sivilan berpirs bê dîtin û hesap jê bê xwestin.

 

Divê operasyona artêşa Tirk a derveyî sînor weke çalakiyeke der qanûnî, weke binpêkirinek li dijî peymanên NY’yê û hiqûqa navneteweyî bê destnîşankirin.

 

Divê Kantona Efrîn di salvegera 4’emîn de ji aliyê NY’yê ve gelên Bakurê Sûriye weke xwerêveberiya demorkatîk bê naskirin.

 

Heman name ji bo Serokê DYA’yê Donld Trûmp, Serok Dewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn, Serokwezîra Elmanya Dr. Angela Merkel, Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron, Serok Dewletê Çînê Xî Jînpîng, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropa Donald Tûsk, Serokê Komîsyona YE’yê Jean-Claûde Jûncker û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re hate şandin.