NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro serê sibehê balafireke Îsraîlî ji aliyê sîstema dijî mûşek ya artêşa Sûriye ve ku baregehên artêşa Îranê hedef digirt, hate xistin.

 

Medya Îsraîlê jî ragihand ku her du pîlotên wê balafira Îsraîlî rizgar bûne û dijîn.

 

Rojnemaya Times ya Îsraîlî jî radigihîne ku balafireke sîxûrî ya Îranî li qada hewayî ya Fîlîstînê di saet 04:30 vê şefeqê de xistine xwarê. Berdevkê artêşa Îsraîlê ketina balafira Îranî nava qada hewayî ya Fîlîstînê weke êrîşeke cidî li ser xaka Îsraîlê bi nav kir û ragihand ku wê Îran berdêlva vê balafira ku xistine xwarê bide.  

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here