Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Xurmatû şivanek kuşt

38

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XURMATÛ

 

Îro li rojavayê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn cenazeyê yek ji şivanên ku duh ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin hate dîtin.

 

Der barê bûyerê de Cigirê Serokê Meclisa Xurmatû Elî Haşimî ku ji ajansa me re axivî, got; “Hêzek zêde ya Heşdî Şebî û artêşa Iraqê bi armanca peydakirina ew 5 şivanên duh ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, îro li herêma Zerge ya rojavayê navçeya Xurmatû operasyon pêk anîn. Di encamê de cenazeyê yek ji wan şivanan hate dîtin.”

 

 

Haşîmî wiha jî got; “Heya niha çarenûsa ew 4 şivanên din nediyare û kes nizane çi li wan hatiye, kuştîne yan saxin. Ew şivanê ku hatî kuştin temenê wî 13 salî ye û Tirkmenê Şîe ye. Xelkê gundê Hilêwe yê girêdayî Xurmatû ye.”

 

(sk)