NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di berdewama tevlîbûna ciwan û jinan li gelemperiya Kurdistanê û neteweyên cûda ji bo berxwedana Efrînê de, komek ji ciwanên navçe û bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê biryar dan tevlî berxwedana Efrînê bibin.

 

Di daxuyaniya ciwanan de wiha hate gotin: “Li ser navê ciwanên Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Efrînê şermezar dikin. Ew hemû dewletên ku li pişt perdeyê destê wan di destê Erdogan de ye şermezar dikin. Helwesta PDK’ê ya li hemberî meşa Gencanî Welatparêz ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ber bi Efrînê ve, şermezar dikin.

 

Weke çewan Kobanê bû sembola berxwedanê, niha jî Efrîn ku 22 rojin giyanê şehîd Avesta berxwedanek dîrokî dimeşîne.

 

Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî vê berxwedanê dibin. Bang li ciwan û tevahî gelê xwe dekin tevlî berxwedana Efrînê bibin. Em vê jî dubare dikin her êrîşek li ser cihek cûda yê Kurdistanê çêbibe em amadene û emê niştîmana xwe biparêzin.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here