Ciwanên welatparêz hejmara birîndarên êrîşa PDK’ê eşkere kirin

59

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 Di 2'ê Sibatê de li nuqteya kontrolê ya sînorê Hewlêr asayîşa PDK’ê pêşiya meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve girt û bi guleyan û beran êrîşî meşê kir. Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer îro bi daxuyaniya çapemeniyê bîlançoya êrîşa hêzên PDK'ê eşker kirin.

 

 

 

Endama  Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinyar Kerîm daxuyanî xwend û wiha te gotin; "Li Dêgele êrîşî me kirin, dema ku êrîşî me kirin, weke ku em ber bi Tirkiyeyê ve biçin, ne ber bi paytexta Kurdistanê ve. Bi guleyan û beran êrîşî me kirin."

 

'Birîna 6 ciwanan girane'

 

Her wiha Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Qanih Xelîl jî bîlançoya êrîşa PDK'ê eşkere kir û got; "Di êrîşa hêzên PDK'ê ya li Dêgele ya li ser ciwana de 19 ciwan bi gule û beran birîndar bûn. Birîna 6 ciwanan girane, 3 jê bi guleyan birîndar bûne. Yek ji serê xwe, yek ji lingê û yên din li ran û pişta xwe birîndar bûne.  Milyonek û 650 hezar dînarê ji bo Efrînê hatibû komkirin û 405 hezar dînarê din ê ciwanan, 22 telefon hatin desteserkirin û di nava canteyan de birin. Bi beran ziyan gihandin wesayîtekê û teyîba wesayîtê jî birin."