Dewleta Tirk li Efrînê sûcek din ê şer kir

32

           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Taxa Jêr a Cindirêsê yek ji cihên herî zêde di êrîşên Tirk de zirar dîtiye. Ji 400 malên welatiyên Kurd û Ereb herî kêm 200 mal hatine hilweşandin. Xetên avê jî zirarekî mezin dîtiye.

 

Ji 20'ê Çileyê ve dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk welatiyên sivîl,  jîngehên sivîlan û çêkerên bin erdê yên sivîlan dike hedef. Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de heya niha  nêzî 150 sivîl ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.