‘Êrîşa li ser Efrînê dewama komploya navnetewî ye’

43

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Eniya Demokrasiya Gel îro têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û berxwedana gel û şervanan dijî êrîşên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya Eniya Demokrasiya Gel de wiha hate gotin: “Êrîşên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê, êrîşa li ser Kurdê azad û jiyana bi hev re ya gelane. Bê tehmuliya Tirkiyê li hemberî sîstema neteweya demokratîk, pêşengiya Kurdan ji bo azadî û serbixweyiya gelan wisa kiriye êrîşê Efrînê bike. Hêzên navnetewî ku her yek li pey berjewendiyên xwe ne, dixwazin li Rojhilata Navîn her yek para xwe hebe. Ji bo êrîşên dewleta Tirk lambeya kesk pêxistine û bûne alikarên derve yê êrîşên li ser Efrînê.

 

Êrîşa dijî Efrînê dewamkirina komploya navnetewî ya ji bo ser têkoşîna azadî û Serok Apo ye. Ji bo şikandina vê komployê ku gelek alî tevlî bûne, şerek giran ê berfireh, hemû aliyane tevahî qadên hizir, civakî û eniyan didome. Ya bikare van êrîşan bişkêne îradeya azad û yekîtiya gel û şervan e. Nîşandana îradeya gel bi taybetî jin, ciwan û xwedîderketina li xak wê azadiyê bîne.

 

Divê gelê Kurd xwedî li rumet û azadiya xwe derkeve. Bi taybetî hêzên Başûrê Kurdistanê bi erka xwe rabin ku sînorên li ser Rojavayê Kurdistanê girtine vekin û alikariya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji gel, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê daxwaz dikin ku daxwaza derketina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê bikin.”

 

(sk)