NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên li Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistine de daxuyaniyek weşand û ragihand: ‘’9’ê Sibatê saet 14.00’an hêzên me li Çelê ya Colemêrgê li girê Xeregolê li dijî leşkerên artêşa T.C ya dagirker çalakiyek kirine″.

 

HPG’ê diyar kir ku êrîşeke giran bi ser kozikên leşkerên Tirk de birine û got, ‘’Bi vê çalakiyê re 4 kozikên wan hatine rûxandin, di kozikekê de şewat derketiye″.

 

HPG’ê têkildarî wendahiyên artêşa Tirk jî de diyar kir ku tenê biqasî karîne bi çav tespît bikin, 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Piştî çalakiyê jî artêşa Tirk herêmê daye ber obûs û hawanan.”

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here