‘Ji bo damezrandina parlamentoyek giştî ya Kurdistanê hewldan didin’

54

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Hewldanên lidar xistina kongreya netewî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) berdewamin. Endamê konseya rêveber a KNK’ê Zekerya Hewramî ku ji ajansa me re axivî got; “Hewldanên me ji bo avakirina parlamentoyekî giştî ya herçar parçeyên Kurdistanê weke Parlamentoya Ewropa didomin.”

 

Der barê giringiya avakirina parlamentoya li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê de endamê konseya rêveber a KNK’ê Zekerya Hewramî got; “Ji bo hemû parlamenter li ser mijara siyasî û giştî li hemberî cîhanê yek deng bin. Ji bo parastina gelê me li hemberî dijmin û dagirkerên xaka me.”

 

Li ser pirsa çima heya niha ev hewldan ne gihaye encamê jî Zekerya Hewramî got; “Mixabin li herçar parçeyên Kurdistanê hinek aliyên siyasî xwe girêdayî dagirkerên Kurdistanê kirine. Heya niha ji bo vê mijarê ti gav ne avêtine.”

 

Zekerya Hewramî dawiya axaftina xwe de ev jî got; “Her çend li Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariya madî û manewî bê şandina Efrînê hat kirin jî, lê hejmarek ciwanên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê dest bi meşê kirin. Belê mixabin li nuqteya asayişa Dêgele pêşiya wan hate girtin. Dijî wan gule hatin bikaranîn û nehiştin derbas bibin.”

 

(sk)